Nemsa: Em rêyê nadin asmanê me bo êrîşkirina li ser Îranê bê bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Nemsa rêyê nade ku Amerîka asmanê wê ji bo êrîşkirina li ser Îranê bi kar bîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Nemsayê Kolonel Michael Bauer îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) ragihand, “Ji destpêka şer ve welatê wî hemî daxwaziyên Amerîkayê ji bo bikaranîna asmanê wî ji bo êrîşa leşkerî ya li dijî Îranê red kirine.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Nemsayê herwesa got, “Çend caran daxwazî ji bo bikaranîna asmanê Nemsayê hebûne lê rasterast hatine redkirin.”

Kolonel Michael Bauer tekez jî kir, “Her careke daxwaziyeke bi vî awayî ji Nemsayê bê kirin û welatek tê de di şer de be, ew daxwazî tê redkirin û bi tu rengan nayê qebûlkirin.”

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.