Çend pêgehên Heşda Şeibî li Mûsil û Enbarê hatin armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Amerîka û Îsraîlê çend pêgehên Heşda Şeibî li parêzgehên Neynewa û Enbarê bombebaran kirin. Heşda Şeibî jî got, di êrîşan de welatiyekî sivîl bûye armanc.

Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Desteya Heşda Şeibî îro 4ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên şer li devera "Şirîxan" a Mûsilê êrîşek pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, cihê hatiye lêdan ne bingeheke serbazî, lê komgeheke petatan a welatiyekî asayî bûye.

Heşda Şeibî destnîşan kir, ev komgeha petatan di çarçoveya sînorê berpirsiyariya Lîwaya 34an de ye û tekez kir ku "ev der saziyeke sivîl e û ti peywendiya wê bi karûbarên serbazî re nîne."

Ji aliyekî din ve, îro danê sibê li parêzgeha Enbarê jî êrîşên asmanî pêk hatin. Medyaya ser bi " Bereya Berxwedanê" dîmenên vîdyoyî belav kirin û ragihandin, qezaya Qaim a li ser sînorê Sûriyeyê ji aliyê firokeyên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.