Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê: Heta niha 30 zanîngeh hatine armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerde, Lêkolîn û Teknolojiyê yê Îranê Hisên Sîmayî Saraf amara qurbaniyên navendên akademîk ên welatê xwe ji destpêka şer û pevçûnan ve ragihand û amaje bi wê kir ku, heta niha 5 mamostayên zanîngehê û 60 xwendekar hatine kuştin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê li yek ji wan navendên hînkariyê yên ku hatibûn armanckirin ji medyayê re ragihand, "Di wî şerê ku ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye û wek 'Şerê Remezanê' bi nav kir, rasterast êrîşî 30 zanîngehan hatiye kirin. Dijminê me vegeriyaye serdema kevirî."
Saraf rexne li bêdengiya navneteweyî girt û got, "Mirov matmayî dimîne ku di sedsala 21ê de û di serdema mafên mirovan de êrîşî xelkê sivîl bê kirin, û ji wê jî xirabtir jêrxaneya zanistî û mirovî bê armanckirin. Gelo çi şanaziyek di êrîşkirina li ser pir û dezgehên sivîl de heye?"
Wezîrê navbirî tekez jî kir, “Ev hovîtî bi dawî nabe heta ku akademîsyen bi xwe dengê xwe bilind nekin û rêyê li ber wê negirin.” Herwesa got, "Nayê zanîn ka sibe dora kîjan zanîngehê ye ku bibe armanc."
Hisên Sîmayî Saraf di pareke din a axaftina xwe de spasiya hevxemiya wezîrên zanistî yên welatên biyanî û navendên akademîk ên navneteweyî kir û ragihand, "Ez ligel gelek hevtayên xwe yên welatên cuda cuda axaftime, hemî li ser wê yekê hevdeng in ku ev êrîş mînaka eşkere ya tawan û destdirêjiyên neqanûnî ne."
Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê daxwaz ji xwendekar û mamostayên zanîngehan li seranserê cîhanê kir ku, helwesteke cidîtir û kiryarkî nîşan bidin ji bo şikandina vî dijminê hov û bicihanîna rêkarên rêgirtinê, da ku êdî navendên zanistî û sivîl nebin qurbaniyên şer.