Mesrûr Barzanî cejna Qiyameyê li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cejna Rabûnê (Qiyame) li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz dike û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi zêdetir bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de tekez dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de Cejna Rabûnê (Qiyame) li Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta Cejna Rabûnê (Qiyame) ya Hezretê Mesîh (Silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî tevahiya Kiristiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî, tenahî û bidawîhatina şer û nexweşiyan li Kurdistanê û deverê.

Di vê helkeftê de, em tekeziyê li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê bi zêdetir bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û her dem di nava xweşî û tenduristiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

05.04.2026