Li Kobanê ala Sûriyeyê li ser saziyên fermî hat bilindkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya cîbicîkirina "Peymana 29ê Çileyê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, ala dewleta Sûriyeyê li ser saziyên giştî yên li bajarê Kobanê hat bilindkirin.
Çalakvanên Kobanê îro 5ê Nîsanê dîmenên bilindkirina ala Sûriyeyê li ser avahiyên fermî belav kirin. Li gorî dîmenan, ala li ser saziyên ewlehiyê û hinek dezgehên din ên hikûmetê yên li navenda bajêr hatine hildan.
Fermandarê Ewlehiya Navxweyî li Kobanê Mecîd Şêx bi xwe serperiştiya merasîma bilindkirina alayê dike.
Ev geşedan di çarçoveya rêkeftina siyasî û leşkerî ya 29ê Çileya 2026an de pêk tê. Li gorî peymanê, biryar hatibû girtin ku saziyên xizmetguzarî û îdarî yên dewletê, li bajarên di bin kontrola HSDyê de werin aktîfkirin û ala fermî ya Sûriyeyê li ser wan were hildan.
Her çend piranîya xalên peymanê li bajarên din hatibin cîbicîkirin jî, lê li Kobanê hin xalên din bicih nebûne.