Serok Barzanî tevlî behiya şehîdên gundê Zergezewiyê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tevlî behiya her du şehîdên gundê Zergezewiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû.
Baregeha Barzanî belav kir ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 07ê Nîsana 2026ê) tevlî behiya her du şehîdên gundê Zergezewiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû.
Ew her du şehîd ku hevjînên hev bûn, şeva borî di encama êrîşeke nerewa de ku bi dronên Îranî hatibû kirin, di nav mala xwe de li gundê Zergezewiyê şehîd bûn.
Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên şehîdên gundê Zergezewiyê diyar kir û sersaxî ji wan re xwest.