Li Wanê 4emîn Festîvala Kulîlkên Bahîvê ya Akdamarê dest pê dike

Diyarbekir (K24) – Li parêzgeha Wanê, ji bo "4emîn Festîvala Kulîlkên Bahîvê ya Akdamarê" amadekarî gihîştin qonaxa dawî. Festîvala ku dê di 25 û 26ê Nîsanê de were lidarxistin, amade ye ku pêşwaziya bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî bike.

Festîval bi hevkariya Parêzgariya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Rêveberiya Çand û Tûrîzmê ya Parêzgehê tê organîzekirin. Girava Akdamarê ku bi dêra xwe ya dîrokî û bedewiya xwe ya xwezayî navdar e, bi kulîlkên bahîvê yên bêhempa mizgîniya biharê dide mêvanên xwe.

Festîvala îsal di bin koordînasyona Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî de, bi dirûşmeya "Bihar li Wanê bi taybetî Xweşik e" tê lidarxistin. Armanca festîvalê ew e ku potansiyela tûrîzmê ya Wanê zêde bike û dewlemendiyên herêmê li cîhanê bide nasîn.

Dîmenên bêhempa yên kulîlkên bahîvê ku bi silûeta Dêra dîrokî ya Akdamarê re dibin yek, ji bo wênekêş û dildarên xwezayê şahiyeke dîtbarî ya bêhempa pêşkêş dikin.

Li gorî bernameyê, roja yekem a festîvalê (25ê Nîsanê) dê bi çalakiyên rengîn dest pê bike. Di saetên sibehê de, ji xaçerêya Qereqola Polîsan a Kevin heta tesîsên "Grand Deniz" meş û bernameyên cuda dê werin organîzekirin.

Tê çaverêkirin ku festîval tûrîstên ji her deverên cîhanê bîne cem hev û atmosfera biharê ya Wanê bi çalakiyên çandî û hunerî bixemilîne.