Yekîtiya Ewropayê daxwaza yekalîkirina pirsa komên çekdar ji Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Ewropayê tekez dike ku, di her lihevkirineke paşerojê ya ligel Îranê de, divê dosyeya komên çekdar û bernameya mûşekî ya Tehranê bê yekalîkirin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, Yekîtiya Ewropayê ligel wê yekê ye ku di her lihevkirineke ligel Îranê bê kirin de, divê pirsa bernameya mûşekî û komên çekdar ên Îranê li deverê jî vegirin û ew her du mijar bên yekalîkirin.
Kaja Kallas amaje bi wê jî kir ku, Ewropa naxwaze eynî xeletiya lihevkirina sala 2015ê ligel Îranê dubare bike. Ron jî kir ku, xeletiya mezin a Amerîka û Ewropayê di wê demê de ew bû ku welatên Rojhilata Navîn tevlî wê lihevkirinê nehatin kirin.
Lihevkirina atomî ya sala 2015ê, ku wekî “Bernameya Giştgir a Pêngavên Hevpar – JCPOA” tê naskirin, di navbera Îran û welatên zilhêz ên cîhanê de hat îmzekirin, lê belê ji ber gelek xalan, bi taybetî piştguhxistina bernameyên mûşekî yên Tehranê û rola herêmî ya komên çekdar, gelek welatên Rojhilata Navîn nerazîbûna xwe li ser wê nîşan dabû.
Li sala 2018ê, Amerîka bi serokatiya Donald Trump ji wê lihevkirinê vekişiya. Niha ligel destpêkirina danûstandinên nû ji bo kêmkirina alozîyan, Yekîtiya Ewropayê dixwaze bi tevlîbûna welatên deverê û çareserkirina hemî faîlên neçareserkirî lihevkirineke berdewam û binecih ligel Tehranê bi dest bixe.