Trump hevpeymaniya NATOyê û hin serkirdeyên navneteweyî bi tundî rexne kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê careke din mijara NATOyê anî ber behs û xeberan û ew wekî "gelek bêhêvîker" bi nav kir; tekez jî kir ku bêyî xistina bin zextê, tu yek ji wan aliyan amade nîne pêngavên cidî biavêje.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) di peyameke nû de, ku li ser hesabê xwe yê tora "Truth Social"ê belav kiriye, rexneyên tund li hevpeymaniya NATOyê û hin serkirdeyên navneteweyî kirin.

Trump di peyama xwe de bi zimanekî tund nivîsiye: "Tu yek ji van kesan, tevî NATOyê jî ku gelek bêhîvker e, tiştekî fêm nakin heta ku zext li wan neyê kirin."

Ev daxuyaniya Trump wek nîşanekê ji bo nerazîbûna wî ya berdewam liberanberî awayê karkirina hevpeymanên Amerîkayê û pabendnebûna wan bi erkên darayî û serbazî tê dîtin.