Qalîbaf du şert bo destpêkirina danûstandinan ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Îranê, tenê 24 saetan berî destpêkirina danûstandinên Îslamabadê, du şert ji bo rûniştina ligel Amerîkayê ragihandin û tekez kir ku, divê agirbest li Libnanê bê ragihandin û samanên Îranê yên blokkirî jî bên azadkirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de hişyarî da ku, heta du şertên sereke yên Îranê neyên bicihanîn, Tehran dest bi danûstandinên rasterast ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nake.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku, biryar e sibe Şemiyê gera yekê ya danûstandinan li Îslamabadê bê destpêkirin.
Qalîbaf ragihand ku, du xalên sereke hebûne ku her du aliyan li ser li hev kiribû, lê heta niha nehatine bicihanîn. Tekez jî kir ku, divê agirbest li Libnanê bê ragihandin û samanên Îranê yên blokkirî bên azadkirin berî ku şandên her du welatan li Pakistanê rûnên.
Serokê Parlamentoya Îranê herwesa got: "Divê ev her du mijar berî destpêkirina danûstandinan bên bicihanîn."
Ev daxuyaniyên Qalîbaf careke din cudahiya kûr a di navbera Tehran û Waşintonê de nîşan da; ji ber ku di demekê de ku Qalîbaf agirbesta Libnanê wekî şertê danûstandinan dibîne, Koçka Spî berê ragihandibû ku agirbesta niha welatê Libnanê venagire.
Ev jî di demekê de ye ku, biryar e sibe Şemiyê gera yekê ya danûstandinên rasterast di navbera şandên Îran û Amerîkayê de, bi tevlîbûna Serokê Perlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance li Îslamabadê, bi rê ve biçe.