PDK: Pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê neqanûnî ye û em red dikin
PDK: Serokkomarê nû nûnertiya piranîya Kurdistanê nake
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew kesê bêyî razîbûna piranîya hêzên Kurdî bûye Serokkomarê Iraqê wekî nûnerê gelê Kurdistanê nayê nasîn. Tekez jî kir ku, ev post pişka hemî gelê Kurdistanê ye ne tenê ya partiyekê.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê duhî (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de helwesta xwe li beramberî pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê li Parlamentoya Iraqê diyar kir û ragihand ku, ew pêvajo bi "binpêkirina qanûn û peyrewa navxwe" bi rê ve çûye û ew îtîrafê bi rewatiya berbijarê hatiye hilbijartin nakin.
Mekteba Siyasî ya PDKê amaje bi wê yekê kiriye ku, Serokatiya Parlamentoya Iraqê bêyî guhdana peyrewa navxwe bernameya civîna xwe diyar kiriye, ev yek jî wekî "binpêkirineke ron a qanûnî" wesif kir.
Tekez jî kiriye ku, posta Serokkomarê Iraqê "îstîhqaqa gelê Kurdistanê ye, ne ya aliyekî diyarkirî", lê berbijarê serkeftî li derveyî mîkanîzma nîştimanî ya Kurdistanê û tenê ji aliyê partiyekê ve û bi piştevaniya çend aliyên pêkhateyên din ên Iraqê hatiye diyarkirin.
PDK di daxuyaniya xwe de bi eşkereyî dibêje: "Em wî awayê hilbijartinê red dikin û wî kesê ku bi wî awayî hatiye diyarkirin jî wekî nûnerê piranîya Kurdistanê nas nakin û em dê serederiyê ligel wî nekin."
Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, piştî baykotkirina wê civînê ji aliyê Fraksiyona PDKê ve, diviyabû navê berbijarê wan jî ji pêvajoya hilbijartinê hatiba derxistin.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye ku, ji bo nirxandina rewşê û şêwirmendiya li ser pêngavên bê, PDKê biryar daye ku her du fraksiyonên xwe yên parlamentoyê û hikûmeta federal a Iraqê bangî Herêma Kurdistanê bike.
Parlamentoya Iraqê duhî (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê civîya. Du gerên dengdanê di navbera berbijaran de bi rê ve çûn û berbijarê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Mihemed Amêdî karî bi dengê piranîya parlamenteran, ku 227 deng bûn, wê pêşbirkê di berjewendiya xwe de yekalî bike û wekî Serokkomarê Iraqê bê hilbijartin.