Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Patiryarkê nû yê Kildanan li cîhanê dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) peyameke pîrozkirinê arasteyî Patiryark Mar Polsê Sêyê Nona kir, ji ber hilbijartina wî wek Patiryarkê nû yê Dêra Kildanan li cîhanê.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Ji ber hilbijartina we wek Patiryarkê nû yê Dêra Kildanan li cîhanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we dikin û hêviya serkeftinê di vê erk û berpirsiyariya mezin de ji bo we dixwazin.

Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêgeha xûşk û birayên Kildan û hemî Krîstiyanên Kurdistanê dike û em tekezê li ser pabendbûna xwe ya neguher ji bo bihêzkirina çanda pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê