Netanyahu: Îsraîl piştgiriyê dide biryara Trump a dorpêçkirina Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku, welatê wî bi temamî piştgiriyê dide biryara Donald Trump a sepandina dorpêça deryayî li ser Îranê; herwesa artêşa Îsraîlê fermana amadebaşiya tavilê ji bo hêzên xwe derxist.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) di destpêka civîna heftiyane ya hikûmeta xwe de eşkere kir ku, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance li roja Yekşemê rasterast piştî çûna xwe ya ji Pakistanê bi telefonê bi wî re axiviye û zanyarên hûr li ser şikestina danûstandinên Îslamabadê dane wî.
Benjamin Netanyahu herwesa got: "Ji ber ku Îranê qanûn şikandin, Serok Trump biryar da ku dorpêça deryayî bixe ser wî welatî. Em piştgiriyê didin vê helwesta tund û hevahengiya me ya berdewam ligel Amerîkayê heye."
Biryar e ku Amerîka îro saet 10:00 bi dema Waşintonê dorpêça deryayî li ser benderên Îranê bisepîne. Ev pêngav piştî wê yekê hat avêtin ku danûstandinên di navbera şanda Amerîkayê bi serokatiya J.D. Vance û şanda Îranê bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf bê encam bi dawî bûn û agirbesta duhefteyî şikest.
Herwesa ligel bidawîbûna rêya dîplomasî, Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir rênimayî derxistin da ku hêz bikevin rewşa "amadebaşiya tavilê".
Rojnameya "Yedioth Ahronoth"ê ya Îsraîlî jî li ser zarê çavkaniyên leşkerî belav kir ku, artêşa Îsraîlê dest bi rêkarên cengî yên rêkxistî kiriye; ev yek jî lezeke berçav a karên leşkerî ye ku tenê berî destpêkirina operasyonên mezin tê kirin.
Ev pêşveçûn jî amaje ji bo wê yekê ne ku, dever piştî şikestina danûstandinên Pakistanê ber bi rûbirûbûneke leşkerî ya vekirî ve diçe.