Nêçîrvan Barzanî: Berpirsiyariya hikûmeta federal e ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Nîsanê bi boneya 38emîn salvegera Enfala Germiyanê peyamek weşand û ragihand: "Enfal ne tenê tawanek bû, lê belê hewleke bêber bû ji bo tunekirina tevahiya gelekî aştîxwaz ku birînên wê hê jî di laşê niştiman de mane."

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro 38emîn salvegera bi êş a êrîşên reş ên Enfala sala 1988 dikîn. Ew tawanên hovane ku rejîma berê ya Iraqê pêk anîbûn, zêdetirê 182 hezar zarok, jin, mêr û ciwanên bêguneh ên Kurdistanê tê de bûne qurbanî. Enfal ne tenê tawanek bû, lê belê hewleke bêber bû ji bo tunekirina tevahiya gelekî aştîxwaz ku birînên wê hê jî di laşê niştiman de mane.

Di vê bîranînê de, em serê rêz û hurmetê li ber canê pak ê şehîdan ditewînin û silavên dilsoziyê ji bo malbat û kesûkarên wan ên berxwedêr re dişînin. Li gor biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, em tekez dikin ku berpirsiyariya Hikûmeta Federal a Iraqê ye ku qerebûya maddî û manewî ji kesûkarên qurbaniyan re bike.

Li ser asta navdewletî, em ê di hewlên xwe de berdewam bin ji bo ku Enfal wek jenosîd were naskirin. Wek erka mirovî û niştimanî, em ê di pêvajoya lêgerîn û vegerandina termên pak ên şehîdan ji bo hembêza welat de kêmasiyê nekîn û her çi di destê me de be, divê xizmeteke zêdetir ji kesûkarên Enfalkiriyan re bê kirin.

Di vê bîranînê de, tekez dikin ku parastina kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me, tenê bi lihevkirin û karê hevbeş ê hemû aliyên siyasî û pêkhateyan dibe. Ev mezintirîn wefa ye ji bo xwîna şehîdan û garantiya paşerojeke baştir e ji bo nifşên me ku em bi hêvî ve lê dinêrin.

Silav û rêz ji bo canê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re.