Dijeterora Kurdistanê: Du dronên Îranî li Hewlêrê hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê eşkere kir ku, du dronên bombekirî ku ji Îranê hatibûn arastekirin berî ku bigihîjin armancê bi rêya balafirên cengî li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatin pûçkirin.

Dijeterora Kurdistanê îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: "Saet 5:00 ê êvarê, du dronên bombekirî, ku ji axa Îranê ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn arastekirin, li asman ji aliyê balafirên cengî ve hatin pûçkirin û êxistin."

Li gorî zanyarên Dijeterora Kurdistanê, tu zirarên canî û madî ji wê êrîşê çê nebûne.