Çarçoveya Hevahengiyê berbijarê posta Serokwezîrê Iraqê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Çarçoveya Hevahengiyê pirsa berbijarê posta Serokwezîrê Iraqê yekalî kiriye û dê di civîna bê de navê berbijar ragihîne.

Endamê Mekteba Siyasî ya Esaîb Ehlul Heq Seed Sadî îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji nava 12 serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê, 11 serkirde ligel guhertina Nûrî Malikî ne û dixwazin posta Serokê Encûmena Wezîran ji bo Mihemed Şiya Sûdanî yan Basim Bedrî be."

Endamê Mekteba Siyasî ya Esaîb Ehlul Heq herwesa got: "Sibe Çarşemê yan dusibe Pêncşemê, ev post dê bi yekdengî bê yekalîkirin."

Çarçoveya Hevahengiyê neh berbijar bo posta Serokê Encûmena Wezîran hene, ew jî ev in:

- Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî.
- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî.
- Serokê Desteya Lêpirsîn û Dadperweriyê Basim Bedrî.
- Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Iraqê Hemîd Şetrî.
- Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî.
- Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî.
- Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sahib Deracî.
- Şêwirmendê Payebilind ê Serokkomarê Iraqê Elî Şukrî.

Ji bilî wê yekê jî, Malikî navên Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsin Mendelawî, Basim Bedrî û Serokê Desteya Şehîdên Iraqê Ebdilîlah Naîlî wekî cihgirên xwe pêşkêş kirine.

Endamê Tîma Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Basim Igêlî jî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Posta Serokê Encûmena Wezîran bi rêjeya 70% ji bo Sûdanî, 20% ji bo Basim Bedrî û 10% ji bo Ebdilîlah Naîlî yekalî bûye. Di civîna herî nêzîk de dê bê ragihandin."

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, danûstandineke aktîvkirina cîgirên Serokkomar ligel aliyên siyasî hatiye destpêkirin, da ku Nûrî Malikî bibe Cîgirê Yekê yê Serokkomar û Mihemed Helbûsî yan kesekî din ji Teqedûmê bibe cîgirê duyê yê Serokkomar.