Parêzgarê Neynewayê: Sê gorên bikom tên vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Neynewayê amaje bi wê dike ku sê gorên bikom tên vekirin, ku yek ji wan termên Pêşmerge jî tê de ne û dîroka wan vedigere zêdetirî 10 sal berê.

Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl îro 16ê Nîsanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Sê gorên bikom tên vekirin. Li vir xwîna şehîdên Pêşmerge, Kurdên Êzîdî û xelkê Mûsilê tevlî hev bûye. Herwiha termên jin, zarok, Kurdên Êzîdî û Pêşmergeyan hatine dîtin."

Parêzgarê Neynewayê herwiha got: "Rêveberê Fermangeha Gorên Bikom soz daye ku pişkinîna DNAyê ji bo kesûkarên wan qurbaniyan were kirin. Divê ev qurbanî bi rûmet were girtin û herwiha proseya vedana gorên bikom dest pê dike. Ev gorên bikom nîşana tawanên DAIŞê ne ku li dijî xelkê bêgunah pêk anîne."

Dexîl amaje bi wê kir ku terorê hemû xelkê Neynewayê bêyî cudahiya netewe û olê girtiye bin baskê xwe. Li Iraq û Herêma Kurdistanê hemû hewldan hatine kirin, ji bo dîtina gorên bikom û naskirina termên qurbaniyan. Hejmara qurbaniyên van sê goran ne diyar e; kesûkarên wan zêdetirî 10 sal in li dû wan digerin, lê termên jin û zarokên xelkê Mûsilê jî tê de ne.

Di bersiva pirsa peyamnerê Kurdistan24ê de, Parêzgarê Neynewayê tekez kir ku yek ji wan gorên bikom, hejmarek Pêşmerge tê de ne.