Hêzên Amerîkayê ji baregeha Qesirkê vekişiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevahiya hêzên Amerîkayê ji baregeha leşkerî yê Qesirkê vekişiyan û li gorî zanyariyan, ew hêz ber bi welatê Urdinê ve diçin; li şûna wan jî fîrqeyeke artêşa Sûriyeyê tê bicihkirin.
Peyamnerê Kurdistan24ê li Sûriyeyê da zanîn, proseya vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregeha Qesirkê bi dawî bûye û tevahiya hêzan bingeh vala kirine û ber bi Urdinê ve birê ketine.
Derbarê dagirtina cihê wan hêzan de, peyamnerê Kurdistan24ê amaje bi wê kir ku biryar e "Fîrqeya 60an" a artêşa Sûriyeyê li baregeha leşkerî yê Qesirkê were cihkirin. Zanyarî aşkere dikin ku Fîrqeya 60an a artêşa Sûriyeyê, di bingeh de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tê û niha di çarçoveya wê fîrqeyê de erkê parastina wê baregehê ji wan re hatî raspartin.
Piştî biryara Donald Trump a ji bo dawîanîna mana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê, guhertineke bilez û mezin a meydanî li Rojavayê Kurdistanê rû da; li aliyekî Amerîka mijûlî komkirina kelûpelên xwe ye û li aliyê din jî nexşeya kontrolkirina hêzên navxweyî tê darêştin.
Proseya valakirina baregeha Qesrikê ya Amerîkayê, gava xwe avêtiye qonaxeke nû, ku peyamnerê Kurdistan24ê piştrast kiribû ku di 21 û 23ê Sibata borî du karwanên hêzên Amerîkayê ji baregeha "Qesirkê" ber bi sînorên Iraqê ve vekişiyabûn. Ji ber ku baregeha Qesirkê yek ji mezintirîn baregehan Amerîkayê ye li deverê, proseya vekişînê bi çend qonaxan tê cîbicîkirin. Ew karwanên Amerîkayê yên ku ji Qamişloyê ber bi Iraqê ve çûn, ji bi dehan wesayîtên leşkerî, zirîpoş û barhilgirên mezin pêk hatibûn.
Bi vekişîna Amerîkayê, serederiya bi baregehan leşkerî re bi vî awayî lê tê:
Baregeha Şedadê; pêştir Amerîka jê vekişiyabû, beşek jê rûxand û beşê din jî radestî hikûmeta Sûriyeyê kir.
Baregeha Telbêder; dikeve nêzîkî Qesirkê û berê hatibû valakirin, HSDê ragihand ku radestî wan tê kirin û dê bibe baregeha lîwayeke ser bi hêzên wan ve.
Baregeha Xerab El-Cîr; ev bingeh ku dikeve navbera Tilkoçer û Rimêlanê û tekane pêgeh e ku hêzên Amerîkayê lê dimînin.