Îsraîlê timbêlek li ser rêya Beyrût-Dîmeşqê bombebaran kir û qurbanî hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama êrişeke esmanî ya Îsraîlê li ser timbêlekê de li ser rêya stratejîk a navbera Beyrût û Dîmeşqê, kesek hat kuştin û ji ber girtina wê rêyê jî qerebalixiyeke zêde ya hatin û çûnê çê bû.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Libnanê îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, droneka Îsraîlê timbêlek li ser rêya çiyayî ya "Zehrulbeyder"ê kiriye armanc, ku rêya sereke ya girêdana Beyrût û Dîmeşqê ye. Ev dever di kûrahiya axa Libnanê de ye û ji sînorên navbera Libnan û Îsraîlê dûr e.

Li gorî raporta wê ajansê, di wê êrişê de kesek hatiye kuştin. Herwesa ji ber birîna pareke wê rêyê jî, astengiyeke zêde ji bo hatin û çûna timbêlan çê bûye û rêya di navbera her du paytextan de ji bo demekê leng ketiye.

Ji aliyekî din ve jî, Endama Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê Gila Gamliel amaje bi wê yekê kiriye ku, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê ligel Joseph Aoun danûstandinan bike (wekî ku ajansa Reutersê ji radyoya Artêşa Îsraîlê veguhastiye).

Li beramberî wê yekê jî, berpirsekî Libnanî ji medyayê re ragihand ku, Hikûmeta Libnanê tu zanyarek li ser hebûna tu peywendiyekê yan danûstandineke çaverêkirî ligel serkirdayetiya Îsraîlê nîne.

Ev êrişa Îsraîlê di demekê de ye ku hefteya borî agirbesteke duhefteyî di navbera Amerîka û Îranê de hatibû ragihandin, lê ew agirbest çend caran ji aliyê Îran û Îsraîlê ve hatiye paşguhkirin û êrişên cuda cuda hatine kirin.