Çarçoveya Hevahengiyê bo destnîşankirina berbijarekî nû yê posta Serokwezîrê Iraqê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî hilbijartina Serokkomarê Iraqê, hêzên Çarçoveya Hevahengiyê amadekariyan dikin daku sibe li Bexdayê li ser berbijarekî nû ji bo serokatiya hikûmetê bigihîjin lihevkirinê. Ev pêngav piştî wê yekê tê ku berbijariya Nûrî Malikî ji ber nerazîbûna navneteweyî ser negirt.

Berdevkê Fraksiyona Avedankirin û Pêşxistinê Fîras Meslimawî îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand: "Piştî hilbijartina Serokkomarê Iraqê, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan dê sibe (Şemî, 18ê Nîsana 2026ê) bicive." Amaje bi wê yekê jî kir ku, ew civîn dê ji bo destnîşankirina berbijarekî nû ji bo posta Serokwezîrê Iraqê be.

Wî parlamenterî behsa wê yekê jî kir, “Niha em li pêşberî qebxwaziya pabendbûna bi wê dema destûrî ne ku piştî hilbijartina Serokkomarê Iraqê hatiye diyarkirin.” Herwesa got: "Armanca wê civînê çespandina yekdengiya niştimanî û bidawîanîna binbesta siyasî ye."

Fîras Meslimawî eşkere jî kir: "Fraksiyona Avedankirin û Pêşxistinê bixzavê dike ku ev civîn bibe xala destpêkê ji bo pêkanîna hikûmeteke xizmetker a niştimanî ku daxwazên gelê Iraqê bi cih bîne."

Çarçoveya Hevahengiyê berî niha Nûrî Malikî wekî berbijar ji bo posta Serokwezîrê Iraqê destnîşan kiribû, lê Amerîka bi dubarebûna wergirtina posta serokwezîrtiyê ji aliyê Malikî ve razî nebû û rê lê girt; ji ber wê yekê wan nekarî wê pêvajoyê derbaz bikin û neçar bûn ku bizavê ji bo danîna berbijarekî din bikin.

Pêvajoya pêkanîna hikûmetê li Iraqê her tim bi astengiyên destûrî û duberekiyên navxweyî re rûbirû dibe. Piştî hilbijartina Serokkomarê Iraqê, li gorî qanûnê, divê Serokwezîrê Iraqê di demeke diyarkirî de bê raspandin.

Duberekiyên di navbera aliyên Şîe û daxwazên cadeya Iraqê de, ligel bandora lîstikvanên derveyî, bûne sedema wê yekê ku heta niha lihevkirineke giştî li ser kesatiyekê çê nebe. Ev bizavên nû ji bo derketina ji binbestiya siyasî û rêgirtina li dubarebûna wan aloziyan e yên ku bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya welatiyan dikin.