Nûtirîn amara qurbaniyên êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê hat belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku agirbesta bi navbeynkariya Pakistanê berdewam e, amara qurbaniyên şerê 40 rojî yê li Îranê karesateke mirovî ya mezin nîşan dide. Bi mirina zêdetir ji 3500 kesan û wêrankirina jêrxaneya welat, aliyên şerker niha li Îslamabadê li ser maseyê ne daku agirbesta demkî veguherînin lihevkirineke herdemî û rêyê li ber zêdebûna qurbaniyan bigirin.

Serokê Dezgeha Şerkerên Dêrîn ên Îranê Ehmed Mûsewî ragihand ku, zêdetir ji 3500 kesan di şerê vê dawiyê yê welatê wî yê ligel Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.

Pêştir jî li roja 12ê Nîsanê, Rêkxistina Bijîşkiya Dadî ya Îranê amareke din belav kiribû û amaje bi wê yekê dabû ku, sê hezar û 375 kes di şer de hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) amareke din pêşkêş kir û ragihand ku, heta 7ê Nîsanê bi kêmî ve sê hezar 636 kes hatine kuştin.

Ji wê hejmarê jî, yek hezar û 701 kes welatî ne û bi kêmî ve 254 zarok di nav de ne; zêdebarî  ku rewşa yek hezar û 221 serbaz û 714 kesên din jî hîn nehatiye diyarkirin.

Şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re li roja 28ê Sibata 2026ê bi êrîşeke asmanî ya berfireh a Waşinton û Televîvê ji bo ser gelek armancên leşkerî û siyasî li Tehranê û bajarên din ên Îranê hat destpêkirin. Ew êrîş bûn sedema wêrankirina jêrxaneya leşkerî û sivîl û kuştina bi hezaran kesan.

Li beramberî wê yekê jî, Îranê gelek êrîşên bi mûşekan kirin ser berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê û welatên deverê; herwesa Tengava Hurmizê jî li ber hatin û çûna keştiyên bazirganî daxist, vê yekê jî bandoreke mezin li ser bazara enerjî û aboriya cîhanê çê kir.

Berdewamiya vî şerî bû sedem ku welatên deverê bizavê ji bo navbeynkariyê bikin. Li roja 8ê Nîsana 2026ê bi navbeynkariya rasterast a welatê Pakistanê, agirbesteke demkî ji bo dema du hefteyan di navbera aliyên şerker de hat ragihandin. Niha danûstandin ji bo guhertina agirbesta demkî ji bo lihevkirineke herdemî û bidawîanîna şer li Tehran û Îslamabadê berdewam in.