Mladenov mercên Hemasê yên ji bo danîna çekan aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Bilind ê Encûmena Aştiyê li Xezzeyê Nickolay Mladenov ragihand, piştî hefteyek ji gotûbêjan, Hemas û Îsraîl hîn li ser helwestên xwe yên berê ne û krîza bêçekkirinê berdewam dike.

Nickolay Mladenov îro 20ê Nîsanê li kerta Xezzeyê di daxuyaniyekê de bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê. Mladenov diyar kir, Hemasê hinek merc ji bo danîna çekên xwe danîne û got: "Egera pejirandina Hemasê ji bo bêçekkirinê, niha sedî 50 ye."

Li gorî kanala "i24 News" a Îsraîlî, Encûmena Aştiyê vê hefteyê li Qahîreyê gera gotûbêjan ligel şandeya Hemasê bidawî kiriye. Mijara sereke "bêçekkirina Hemasê" bû ku li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû amadekirin. Lê belê, dema cîbicîkirina vê planê di vê hefteyê de, bi ser re çû û hîn ti pêşketinek çênebûye.

Şandeya Hemasê li Qahîreyê nîqaşkirina mijara çekan red kiriye û wekî şert diyar kiriye ku divê Îsraîl di qonaxa yekem a agirbestê de gavên pratîkî biavêje. Her wiha Hemas daxwaza guhertina hinek xalên peymanê dike.

Li aliyê din, berpirsekî bilind ê Filîstînî ji "BBC" re ragihand, Hemasê plana Donald Trump a ji bo bêçekkirina Xezzeyê bi temamî red kiriye. Heman berpirsî Nickolay Mladenov tawanbar kir ku di birêvebirina vê dosyayê de "alîgiriya Îsraîlê" dike û ne bêlayen e.

Pêvajoya aştiyê li ser bingeha plana ku di 29ê Îlona 2025an de ji aliyê Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ve hatibû pesendkirin, bi rêve diçe. Ew plan ji 21 xalan pêk tê û li gorî wê "Encûmena Aştiyê" ji bo birêvebirina demkî ya Xezzeyê hatiye avakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serokatiya vê encûmenê dike.

Tevî van hewildanan, Amerîka tekez dike ku ew tenê "peymaneke rastîn û giştgir" qebûl dikin û heta Hemas çekên xwe daneyne, dê alozî bi temamî bi dawî nebe.