Serdar Canan li Stenbolê mûzîka her çar parçeyên Kurdistanê gihand hev

Stenbol (K24) –  Konsera lêkolînerê dîroka mûzîkê û herwiha stranbêj Serdar Cananî li Stenbolê deng veda. Hejmarek mezin hunermend, karsaz û heyranên mûzîka Kurdî beşdarê konserê bûn û bi stranên ji her çar parçeyên Kurdistanê û heta Farisî û Japonî şeveke hem şoxûşeng hem jî hestiyar derbas kirin. 

Hunermend Serdar Canan, ku bi xebatên xwe yên lêkolînî yên li ser mûzîka Kurdî tê naskirin, li Stenbolê bi hezkiriyên mûzîkê re hat cem hev. Konser li saloneke mezin a bajêr bi beşdariya hunermend, karsaz û hejmareke zêde ya alîgirên mûzîka Kurdî birêve çû. Canan di repertuara xwe de cih da stranên her çar parçeyên Kurdistanê û bi mûzîka Farisî û Japonî jî rengên cuda li şevê zêde kirin.

Hunermend Serdar Canan ji Kurdistan24ê re got: "Ji her parçeyekî Kurdistanê stranên wan, heta ku destê min jê tê, ez hewl didim ku di repertuara xwe de zêdetir berfireh bikim. Heger em van stranên resen nizanin, em ê kêm bimînin. Ji ber wê ez ji her parçeyekî Kurdistanê stranekê hildibijêrim û dibêjim; çi yên resen bin çi jî yên populer bin."

Hunermenda Japonî Erika Ueda jî li ser piyanoyê hevaltiya Serdar Canan kir. Ueda diyar kir, di navbera mûzîka Kurdî û Japonî de gelek xalên hevpar hene. 

Erika Ueda got: "Ez ji Japonê me. Di mûzîka Japonî û mûzîka Kurdî de min nêzîkahiyek dît. Piştî lêkolîna li ser mûzîka Japonî, min pêwendiya di navbera mûzîka Kurdî û Japonî de dît; çi ji aliyê teknîkî be çi jî ji aliyê paşxaneya çîrok bi çîro be, gelek nêzîkahî di navbera wan de hene."

Welatî Sema Arslan: "Cara yekem e ku ez têm, ez gelekî bi heyecan im. Dengê Soranî, dengê Şemzînanî û dengê zimanê me yê herêmên serhedê gelekî xweş e. Serdar Canan bi rastî gelekî xweş dibêje."

Welatî Leyla Bayram: "Min gelekî eciband, gelekî heyran mam. Di heman demê de rojbûna xwişka min bû, min got ez diyariyekê bidimê û em bi hev re hatin ku bîranîneke bi vî rengî ji me re bimîne. Em gelekî kêfxweş bûn."

Rêkxerê Konserê Gul Bahar jî got: "Serdar Canan bi xêr hat, em gelekî kêfxweş bûn bi hatina wî. Me xwest em ji bo çanda Kurdî, ji bo zimanê xwe û ji bo hunermendên xwe xizmetekê bikin. Ez bi xwe jî gelekî bi heyecan im."

Konser bi stranên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, bi taybetî bi zaravayên Kurmancî û Soranî, bala beşdaran kişand û di dawiyê de bi govend û şahiyê bi dawî bû.