Şandeke hikûmeta Sûriyeyê serdana dergehê Sêmalka kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku hikûmeta Sûriyê li gorî peymana 29ê Çileyê dergehê Sêmalka ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wergirt, şandeke fermî serdana dergeh kir û dest bi lêkolînkirina rewşa teknîkî û ewlehiyê kir.
Rêveberiya Ragihandinê ya Hesekê ragihand, şandeke payebilind a hikûmeta Sûriyê duh 20ê Nîsanê bi mebesta şopandina rewşê û amadekarî ji bo qonaxa nû, serdana dergehê Sêmalka yê di Navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kir.
Şande ji Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Quteyba Bedewî, Nûnerê Serokatiya Sûriyê bo Hesekê General Ziyad El-Ayiş û Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Hesekê General Merwan El-Elî pêk dihat.
Li gorî daxuyaniyê, şandê ji nêz ve li binesaziya dergeh, asta xizmetguzariyan û rêkarên karkirinê yên ji bo pêşwazîkirina rêwiyan û tevgera bazirganiyê nihêrî.
Ev serdan di çarçoveya bicîkirina xalên peymana 29ê Çileyê de pêk hat, ku li gorî wê HSDê birêvebirina dergehê Sêmalka radestî hikûmeta Sûriyê kir. Serokê Desteyê Quteyba Bedewî di dema serdanê de tekez kir, ew dixwazin kordînasyona navbera beşên dergeh zêde bikin, da ku xizmeteke çêtir pêşkêşî welatî û bazirganan bikin û tevgera derbasbûnê hêsantir bibe.
Heman şandeya hikûmeta Sûriyê, beriya serdana Sêmalka, beşdarî merasîma vekirina dergehê sînorî yê Rebîa yê li ser sînorê Iraqê bû. Dergehê Rebîa piştî 13 salan ku girtî bû, bi amadebûna Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl û Serokê Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê Omer Waîlî bi fermî hat vekirin.