Trump: Agirbesta bi Îranê re tê dirêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Trump di kêliyên dawiyê de biryar da ku bombeyên xwe rawestîne û dema agirbestê bi Îranê re dirêj bike. Ev biryara Trump ku piştî navbeynkariyeke çir a berpirsên pilebilind ên Pakistanê hat, wekî derfetê dawiyê ji bo Tehranê tê dîtin da ku di navbera lihevkirineke nû an rûbirûbûna leşkerî de yekê hilbijêre; ev jî di demekê de ye ku hîn dorpêçên deryayî yên Amerîkayê li ser Îranê mane.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya “Truth”ê peyamek belav kir û tê de ragihand ku, wî biryar daye dema agirbestê bi Komara Îslamî ya Îranê re dirêj bike û êrîşên leşkerî yên welatê xwe ji bo ser Tehranê rawestîne.
Trump eşkere jî kir ku ev biryara wî piştî daxwazeke fermî ya berpirsên pilebilind ên Pakistanê hatiye. Serokê Amerîkayê herwesa got: "Li ser daxwaza Marşal Asim Munîr û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxwaz ji me hat kirin ku em êrîşên xwe yên li ser welatê Îranê rawestînin heta wê dema ku serkirde û nûnerên Îranê digihîjin pêşniyareke yekgirtî."
Trump di wê ragihandinê de rexneyên tund li navxweya desthilata Îranê girtin û got: "Hikûmeta Îranê bi rengekî cidî pirt û belav bûye, ev jî tiştekî çaverênekirî nebû."
Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku, dirêjkirina agirbestê bi wateya kêmkirina zextan nîne. Trump herwesa ragihand: "Min ferman daye artêşa me ku li ser dorpêça deryayî berdewam bin û ji hemî aliyên din ve di lûtkeya amadebaşî û şiyanan de bimînin."
Trump amaje bi wê yekê jî kir ku agirbest tenê dê heta wê demê bê dirêjkirin ku Îran pêşniyara xwe pêşkêş bike û danûstandin dê bi lihevkirinê an bi şer bi dawî dibin.
Malpera Axiosê ya Amerîkayî jî belav kiriye ku yek ji sedemên sereke yên li pişt biryara Donald Trump ew e ku Amerîka û navbeynkarên Pakistanî li benda Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ne, ji bo ku bersiva pêşniyara dawiyê bide. Çavkaniyeke Îsraîlî ya haydar ji danûstandinan jî amaje bi wê kiriye ku tê çaverêkirin ku Xaminêyî li roja Çarşemê bersiva xwe ya dawiyê ragihîne.