Pakistan: Dirêjkirina agirbestê derfetê dide hewldanên dîplomatîk
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi navê hikûmet û artêşa welatê xwe, pêşwaziya biryara Serokê Amerîka Donald Trump kir ku êrîşên leşkerî yên li ser Îranê rawestandin û dema agirbestê dirêj kir.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro Çarşemê 22ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek belav kir. Şerîf di peyama xwe de spasiya Donald Trump kir ku daxwaza Pakistanê ya ji bo rawestandina şer û dirêjkirina agirbesta ligel Îranê pejirandiye.
Şehbaz Şerîf di daxuyaniya xwe de got: "Bi navê xwe û bi navê Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir, ez spasiya Serok Trump dikim ku daxwaza me ya ji bo dirêjkirina agirbestê qebûl kir. Ev gav derfeteke pir giring dide hewildanên dîplomatîk ên berdewam da, ku bigihîjin encameke serkeftî."
Serokwezîrê Pakistanê tekez kir, ji ber vê baweriya ku bi wan hatiye anîn, Pakistan dê bi dilsozî hewildanên xwe bidomîne da ku bi rêya maseya danûstandinan, çareseriyeke siyasî ji bo vê rageşiyê peyda bike.
Şerîf herwiha hêvî xwest ku her du aliyên Amerîkî û Îranî pabendî agirbestê bin û destnîşan kir, ew dixwazin gera duyem a danûstandinan a ku biryar e li Îslamabadê were lidarxistin, bibe bingeha peymaneke aştiyê ya giştgir û şer bi awayekî herdemî bidawî bibe.