Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê: Daxwaza li ser dersa kurdî zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê ragihand ku daxwaza xwendekaran a ji bo dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) di sala dawiyê de bi awayekî berçav zêde bûye û hejmara xwendekarên Kurmancî ji 30 hezar kesan derbaz bûye.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di bersiva rexneyên parlamenterekî DEM Partiyê de ragihand ku, hejmara xwendekarên ku dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hildibijêrin ber bi zêdebûnê ve diçe. Lê belê wî tekez jî kir ku planên hikûmetê nînin ku "perwerdeya bi zimanê dayikê" bike bingeh; her wiha got ku nirxandinên li ser "kêmasiyên dersên bijarde" ne fermî ne.
Li gorî wan amarên ku Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê belav kirine, daxwaza xwendekaran a ji bo zimanê Kurdî bi vî rengî zêde bûye: Di sala xwendinê ya 2023-2024ê de 21 hezar û 559 xwendekaran dersa bijarde ya zaravê Kurmancî hilbijartibû.
Yusuf Tekin herwesa got ku ev hejmar di sala xwendinê ya 2024-2025ê de gihîşt 30 hezar û 862 xwendekaran. Herwesa di dersa bijarde ya zaravê Zazakî de jî, di sala xwendinê ya 2023-2024ê de 3 hezar û 244 xwendekaran ew ders hilbijartibû, ku di sala 2024-2025ê de ew hejmar ji bo 4 hezar û 554 xwendekaran bilind bû.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku materyalên xwendinê ji bo zaravên Kurmancî û Zazakî ji pola 5ê heta ya 8ê hatine amadekirin û belaş li ser xwendekaran tên belavkirin, pirtûk jî bi rengekî wesa hatine amadekirin ku rêzê li pirrengiya çandî bigirin û her cudakariyê red bikin.
Wezareta Perwerdeyê zelal jî kir ku ji bo vekirina her poleke dersa bijarde ya zimanê Kurdî an zimanekî din, divê herî kêm 10 xwendekar eynî dersê hilbijêrin. Di rewşekê de ku li wê dibistanê mamostayê pispor nebe, wezaret dê ji dibistanên din mamostayan dabîn bike, an jî dê penaya xwe bibe ber damezrandina "mamostayên bi peyman" (wanebêj) dide da ku ew ders neyê hilweşandin.