Trump pêşbîniya "pêşkeftineke çaverênekirî" di peywendiyên ligel Îranê de dike

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Trump di pêşveçûneke nû ya dîplomatîk de behsa îhtîmala destpêkirina gera duyê ya danûstandinên bi Îranê re kir û pêşbînî dike ku di çend rojên bê de guhertineke mezin di vê dosyayê de rû bide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya “New York Post”ê ragihand: "Dibe ku heta roja Înê, gera duyê ya danûstandinên bi Îranê re bi rê ve biçe." Destnîşan jî kir ku "dibe di nava 36 heta 72 saetên bê de, pêşkeftineke berçav û yekalîker di danûstandinan de derkeve holê."

Ji aliyê din ve jî, Nûnerê Daîmî yê Îranê di Encûmena Ewlekariya Navneteweyî de Emîr Seîd Îrewanî ragihand ku welatê wî amade ye ku duberekiyên xwe yên bi Amerîkayê re bi her du vebijarkên dîplomatîk an jî leşkerî çareser bike. Amaje da îhtîmala destpêkirina danûstandinan di rewşa rakirina dorpêçên deryayî yên li ser Îranê de û tekez jî kir ku divê agirbest Libnanê jî vebigire.

Donald Trump duhî (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) biryara dirêjkirina agirbesta bi Îranê re da, lê di eynî demê de biryar da ku dorpêçên deryayî yên li ser Îranê jî berdewam bin.

Malpera “Axios”ê ya nûçeyan jî belav kiriye ku yek ji sedemên sereke yên li pişt vê biryara Donald Trump ew e ku Amerîka û navbeynkarên Pakistanî li benda bersiva Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî ne, da ku bersiva pêşniyara dawiyê bide.