New York Times: Li nêzîk duberekiyên navbera Amerîka û Îranê namînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî biryara Amerîkayê ya dirêjkirina agirbestê, Pakistanê eşkere kir ku navbeynkarên wan nîşanên erênî ji Tehranê wergirtine û pêşbînî tê kirin ku di çend rojên bê de gereke nû ya danûstandinan bê destpêkirin.

Rojnameya "New York Times"ê ya Amerîkayî îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) ji zarê berpirsekî Pakistanî belav kir ku: "Îhtîmal heye ku di çend rojên bê de gera duyê ya danûstandinan bi rê ve biçe."

Wî berpirsê Pakistanî amaje bi wê yekê kir ku piştî biryara dirêjkirina agirbestê, navbeynkarên Pakistanî nîşanên erênî ji Tehranê wergirtine, herwesa di çend rojên bê de duberekiyên di navbera Amerîka û Îranê de nemînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) biryara dirêjkirina agirbesta bi Îranê re ragihandibû.

Ev jî di demekê de ye ku di 28ê Sibata îsal de, Amerîka û Îsraîlê dest bi bombebarankirina çend armancan di nav kûrahiya axa Îranê de kiribû, ku di encamê de zêdetir ji sê hezar kes hatibûn kujtin. Piştre di 8ê Nîsana îsal de, Waşinton û Tehranê agirbestek ji bo dema du hefteyan ragihand.

Tevî ku danûstandinên pêştir li Îslamabadê bêyî encam bi dawî hatibûn, lê heta niha ti raportek li ser destpêkirina şer û pevçûnan nehatiye belavkirin. Tevî wê yekê jî, Amerîkayê dorpêç xistiye ser benderên deryayî yên Îranê.