Pakêta Darazê ya 12emîn: Reformeke Teknîkî yan Pêngaveke Stratejîk a Çareseriyê?

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê, aliyê mixalefetê daxwaz dike di çarçoveya proseya aştiyê de Pakêta Darazê a 12emîn ku dê bê rojeva parlamentoyê ji bilî sererastkirinên hiqûqî gavên yaseyî lixwe bigre. Ligel ku akademîsyenek dibêje; Ji bo girtiyên PKK û KCK'ê "efûyeke taybet" û guherîna destûra bingehîn a qismî di rojevê de ye, karsazekê Kurd jî dide zanîn ku neavêtina gavên yaseyî hêviya gel ji proseyê dişkîne.

Paketa Darazê ya 12emîn a ku ji 38 xalan pêk tê û di 12 qanûnên cuda de guhertinan pêşniyar dike, piştî temambûna xebatên teknîkî di serê Nîsana 2026'an de pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyeyê hat kirin. Her çend armanca fermî xurtkirina darizandinê be jî, paket di kulîsan de wekî bingeha "pêvajoyeke nû ya çareseriyê" û lihevkirina civakî tê nîqaşkirin. Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê îdiayên efûyê red dike; lê belê tê payîn ku ev paket heta havîna 2026’an bibe amûra sereke ya pêngavên asayîbûnê. 

Serokê Kompanyaya Rapirsiyan a MAKê Mehmet Alî Kulat ji K24ê re got: “Pêvajoya 5 qonaxî a dewletê qonaxa 4an temam kir û derbasî a 5an a amadekariyên qanûnî û destûrî bû. Di mehên Nîsan û Gulanê de dê sazkirinên yaseyî bên rojevê; Ji bo girtiyên PKK û KCK'ê "efûyeke taybet" û guherîna destûra bingehîn a qismî di rojevê de ye. Lê ji bo ku lihevkirineke civakî divê ev xebat bi meclîsê sînordar nemînin. Loma ji bo nirxandina hemû nêrînan, bi serperiştiya Serokkomar avakirina platformekê xwedî giringiyeke mezin e.”

Paketa Darazê ku tê payîn di rojên pêş de ji bo komîsyona dadê ya parlamentoya Tirkiyeyê re bê şandin; piştî pêşniyarên partiyên li Komîsyonê, dê diyar bibe ka ev paket reformeke teknîkî ye yan ji bo aştiya civakî pêngaveke stratejîk e. 

Karsazê Kurd Mevlûd Medenî dibêje: “Ev proses wextê ku nû derket bi milet bi hêviyeke pir mezin li wî karî nêrî lê ev nêrîna miletê û hereketê hikumetê, nêrîna wê û çiqasî roj derbas bû bi taybet hinekî hêviya gel ji vî karî ket. Di vî warê Kurdan de jî, heqê xwe, mafên xwe, nasnameya xwe em dixwazin ev kar were niqteyeke baş. Lê belê bi vê hikumeta niha re ez nebawerim ev kar çêbibe.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê jî bi hashtaga #GavênYaseyîNiha kampanyayek da destpêkirin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê jî piştgirî dan û ragihandin; divê ji bo sepandina biryarên dadgehan, rakirina qeyûman, berdana girtiyên nexweş, divê desthilatdarî û daraz berpirsiyariya xwe bîne cih.