Li Tirkiyeyê rêjeya firotina pirtûkên kurdî ji sedî 70 kêm bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê rêjeya firotina pirtûkên Kurdî ji sedî 70 kêm bûye. Li Stenbolê xebatkarê pirtûkxanekeyeke Kurdî dibêje, di rojên dawî de ew rojane tenê çend pirtûkan difroşin û hin roj jî qet nafroşin. Weşangerek dibêje, kesê ku karê Kurdî bike, divê ji zereran re jî amade be. Ew 33 sal in pirtûkên Kurdî berhem tîne lê çi salan kar nekiriye.
Helawsana li Tirkiyeyê wekî gelek kertan, bazara pirtûkan jî têk daye, bi taybet bazara pirtûkên Kurdî. Pirtûkxaneya Medya, take pirtûkxane ye ku tenê pirtûkên Kurdî û pirtûkên di derheqê Kurdan de, lê tê firotin, xebatkarê wê Rebîn Ozmen dibêje, bazara wan li gor sala borî ji sedî 70 kêm bûye. Li gor wî, sedemên vê rewşê cûrbecûr in lê ya sereke qeyrana aborî ye.
Rebîn Ozmen dibêje: "Ez nikarim deynê kitêban bidim. Li gorî sedsala me de rewşên cûrbecûr in, lê ya sereke qeyrana aborî ye. Li gorî sala borî [firotin] ji sedî heftê ketiye . Ji ber ku ew yanî her ku diçe her ku diçe xirabtir dibe. Pêştir, rojekê min 20 - 30 pirtûk difrotin. Îro ew rêje daketiye 2 - 3 pirtûkan. Pirsgirêk ne ku kêmûna xwendevanan e yan zêdebûna xwendevanan e, pirsgirêk zêdetir bi pirsgirêka aboriyê ve girêdayî ye."
Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk jî bal kişand ser astengiyên li pêşiya weşangeriya kurdî û diyar kir, ji ber buhabûna pirtûkan û zextên siyasî, bazar pir qels bûye. Herwiha anî ziman ku di nava 33 salên xebata xwe de ti carî qezenceke darayî bi dest nexistine û weşangeriya kurdî wekî karekî 'bêqezenc' pênase kir.
Herçend helawsana vê dawiyê û bihabûna xercên berhemanînê ya pirtûkan, zererên wan zêdetir kiribe jî ji ber xemên niştimanî û çandî ew neçar in berdewamiyê bidin berhemanîna Kurdî.
Ne tenê bazara Kurdî, weşangeriya li Tirkiyeyê bi awayeke giştî di nava qeyranê de ye. Li gor amarên Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê kertê berhemanîna pirtûkan sala borî ji sedî 1,5 kêm bûye.