Xelîl Şerîf: Nêzîkî 3 hezar xwendekar li dîasporayê fêrî zimanê Kurdî dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Konfedrasyona Revenda Kurdî ragihand, li dervayî welat sîstemeke taybet a perwerdeyê ji bo zarokên Kurd hatiye avakirin û niha nêzîkî 3 hezar xwendekar bi serhêl (online) fêrî zimanê dayikê dibin.
Nûnerê Konfedrasyona Revenda Kurdî li Herêma Kurdistanê Xelîl Şerîf ji Kurdistan24ê re behsa hûrgiliyên perwerdehiya Kurdî li dervayî welat (dîaspora) kir. Şerîf destnîşan kir, sîstema perwerdeyê ya li dîasporayê ji ya Herêma Kurdistanê cuda ye û li gorî taybetmendiyên jiyana li dervayî welat hatiye amadekirin.
Xelîl Şerîf aşkere kir, perwerdehiya li dîasporayê ne wekî sîstema polên 1 heta 12an e, lê belê li ser bingeha "4 astan" hatiye birêkxistin. Perwerde bi du awayan tê meşandin:
1- Kursên Serhêl (Online): Ev kurs ji aliyê mamosteyên pispor ên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve têne birêvebirin.
2- Dibistanên Fizîkî: Hinek komele û rêxistinên Kurdî li Ewropa û Amerîkayê bi xwe dibistan vekirine û zarok bi awayekî rûbirû waneyan dibînin.
Sê zarava: Soranî, Badînî û Kurmancî
Yek ji xalên herî girîng ên vê projeyê, peydakirina perwerdeyê bi zaravayên cuda ye. Nûnerê Konfedrasyonê diyar kir ku waneyên Kurdî bi hersê zaravayan; Soranî, Badînî û Kurmancî (bi tîpên Latînî) têne dayin û ji bo her zaravayekî mamosteyên pispor hatine erkdarkirin. Armanca sereke ya vê xebatê ew e ku zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û bi çand û nasnameya nîştimana xwe ve girêdayî bimînin.
14 hezar pirtûk hatin şandin û bawername têne qebûlkirin
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyeke mezin dide vê projeyê. Heta niha zêdetirî 14 hezar pirtûkên Kurdî bi zaravayên cuda ji bo Ewropa û Amerîkayê hatine şandin. Herwiha, Wezaret wan bawernameyên (sertîfîka) ku xwendekar di dawiya astan de werdigirin, bi fermî qebûl dike.
Li gorî agahiyên Xelîl Şerîf, ezmûnên dawiya astê ji bo her çar qonaxan dê di 1ê Hezîrana 2026an de dest pê bikin. Ev ezmûn ne navendî ne; anku ji aliyê mamosteyên waneyan bixwe ve têne kirin û nirxandin.