Kurdên li Washingtonê "Yaneya Bezê" ava kir

Washington (K24) – Hejamarek Kurdên niştecihên paytexta Amerîkayê, Washington D.C., ji bo parastina tenduristiyê û xurtkirina peywendiyên civakî yaneyeke werzişî ya bi navê "Yaneya Bezê" ava kirin.

Kurdên ku li dîasporayê û bi taybetî li herêma Washingtonê dijîn, bi mebesta pêşxistina çalakiya fîzîkî û komkirina civaka Kurd li dora hev, dest bi çalakiyeke nû kirin. Ev yane bi piranî di rojên betlaneyê û dawiya hefteyê de çalakiyên mîna bezê, meşa bi kom, çiyagerî û bisiklêtan pêk tîne.

Damezrînera Yaneya Bezê Roya Qaderî derbarê armanca yaneyê de ji K24ê re got: "Ev yaneyeke civakî ye. Armanca me ew e ku em li hev bicivin û bi hev re werzişê bikin. Di heman demê de em bi rêya van çalakiyan, hevdu nas dikin û piştgiriya hev dikin. Em dixwazin mehê çend caran van çalakiyan berdewam bikin."

Yaneya werzişî ya Kurdên Washingtonê ne tenê ji bo tenduristiyê, lê wekî platformek ji bo naskirina Kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê jî tê dîtin.

Welatiya bi navê Bîta Mihemmed ku li Amerîkayê dijî, balê dikişîne ser girîngiya vê yaneyê ji bo ciwanên Kurd û dibêje: "Hebûna yaneyeke werzişî ya Kurdî pir girîng e. Ev derfetê dide me ku em peywendiyên bihêztir di navbera ciwanên Kurd de ava bikin û di heman demê de em bi tenduristî bijîn."

Beşdarê yaneyê Yûnis Yûsifî jî destnîşan kir, bi saya vê yaneyê wî gelek kes nas kirine: "Ez ji sedî 90ê kesên ku îro li vir in nas nakim. Ev yane bû sedem ku em hev binasên. Ji bo me Kurdên li vir, hebûna klûbeke wiha pêdiviyek bû."

 Her wiha Memdû Yazicî jî kêfxweşiya xwe ji bo piştgiriya civakî û werzişê anî ziman.

Yek ji armancên sereke yên yaneyê ew e ku bi rêya van çalakiyan, dabeş û nêrîtên Kurdî nîşanî wan kesên biyanî bidin ku bi wan re werzişê dikin. Bi vî awayî, yaneya bezê hem dibe qadeke werzişî û hem jî dibe pirek ji bo nasandina nasnameya Kurdî li paytexta Amerîkayê.