Fermandarên leşkerî yên Rojhilatê Sûriyeyê li ser pirsên "yekbûna leşkerî û girtiyan" civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarên leşkerî yên herêma Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina proseya yekbûna leşkerî, vekirina dadgehan û serbestberdana girtiyan, civîneke berfireh lidar xistin.

Li herêma Rojhilatê Sûriyeyê, bi serperiştiya nûnerê serokatiyê General Ziyad Ayiş û Arîkarê Wezîrê Berevaniyê ji bo herêma Rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) û bi beşdariya nûnerên bilind ên leşkerî û siyasî civînek giring hat lidarxistin. Di civînê de pêngavên nû yên ji bo asayîş û aramiya herêmê û çareserkirina dozên mirovî hatin nirxandin.

Berdevkê Tîma Serokatiyê Ehmed Hîlalî piştî civînê ji Rêveberiya Ragihandina Hesekê re ragihand, di civînê de bi giranî li ser şopandina "proseya yekbûna leşkerî" û amadekariyên ewlehiyê yên li herêmê hatiye rawestandin.

Mijareke din a civînê, dosya dadweriyê li parêzgeha Hesekê bû. Hat ragihandin ku dê di demeke nêz de koşkên dadê û dadgehên li herêmê careke din werin vekirin, da ku karûbarên hiqûqî yên welatiyan werin meşandin.

Di civînê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyan. Fermandaran li ser mekanîzmaya "serbestberdana girtiyan di zûtirîn dem de" li hev kirin. Ehmed Hîlalî tekez kir ku ev civîn nîşaneya pabendbûna fermandariyê ji bo xurtkirina ewlehiyê, parastina welatiyan û pêkanîna dadweriyê li herêmê ye.

Piştî "Peymana 29ê Çileyê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, diviyabû hemû girtî û dîlgirtî bihatana azadkirin, lê heta niha hejmarek hatine berdan, lê hejmarek mezin jî hîn mane û malbatên wan dadikevin kolanan û daxwaza aşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe û serbestberdana wan dikin.