Bazirganên Sûrî: Bazarên Şamê ji ber daketina nirxê lîreyê felç bûne
Şam (K24) – Lîreyê Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî rekoreke nû ya neyînî şikand. Ev daketina nirxê pereyê herêmî, bandoreke giran li tevgera bazarê ya li paytext Şamê kiriye û tê pêşbînîkirin ku rêjeya enflasyonê bigihe ji sedî 800î.
Krîza aborî ya li Sûriyeyê her diçe kûrtir dibe. Nirxê dolarê Amerîkî li bazarên Şamê astên dîrokî derbas kirin û gihişt zêdetir 13 hezar û 400 lîreyan. Ev pêngav bû sedema buhabûna bêsînor a kelûpelên xwarinê û pêdiviyên serekî yên jiyanê.
Bazirganên li bazara Şamê gazinan ji rawestandina tevgera bazarê dikin. Bazirgan Basim Raî derbarê rewşê de wiha axivî: "Bilindbûna nirxê dolar tevgera bazarê bi tevahî lawaz kiriye. Berê liv û tevger hebû, lê niha ji ber ku biha her roj diguherin, xelk nikare tiştekî bikire. Rewş nebaş e û bazar sekinî ye."
Bazirganekî din ê bi navê Xalid Qutlî jî bal kişand ser cîgirnebûna nirxan û got: "Em wekî bazirgan daxwaz dikin ku bihayê dolar bi cih bibe da ku em karibin kirîn û firotinê bikin. Rojane nirx têk diçin û ev yek ziyaneke mezin dide me."
Firoşkar Mufîd Eyaş destnîşan kir ku nirxê dolar ne tenê rojane, carna di nava rojê de çend caran diguhere. Eyaş got: "Bazarê ne cîgir e. Di rojekê de dolar ji 11.5 derdikeve 12.5, piştre dibe 13 û 13.5. Ev ne tenê bandorê li me, bandorê li seranserê cîhanê û jiyana xelkê dike."
Pisporên aborî hişyariyê didin ku daketina nirxê lîre bi xwe re karesateke mirovî tîne. Di demekê de ku nirxê kelûpelan bi dolar tê diyarkirin, mûçeyên welatiyan wekî xwe mane yan jî nirxê wan li hemberî bazarê bi temamî winda bûye. Ev "neparastina hevsengiyê" bûye sedem ku welatî dakevin bin xeta birçîbûnê.
Li paytext Şamê şopa krîza aborî li ser rûyê her welatiyekî diyar e û hewildanên hikûmetê yên ji bo rawestandina vê herikînê heta niha bêencam mane.