Projeya "Runakî" berfireh dibe: 900 hezar abone hatin qeydkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma projeya "Runakî" ya birêvebirina elektrîkê li Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha 900 hezar abone hatine qeydkirin û havîna îsal jî dê aplikasyoneke taybet ji bo dîtin û dayîna faturayan bikeve xizmetê.

Tîma projeya "Runakî" îro 5ê Gulanê di daxuyaniyekê de, amarên nû yên qeydkirina aboneyan (hevpar) eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, heta niha 900 hezar mal û cihên bazirganî bi fermî di projeyê de hatine qeydkirin.

Qeydkirina di projeya Runakî de çi ye?

Ev prose tê wateya girêdana jimara telefona serokê malbatê yan xwediyê kargehê bi yekeya elektrîkê ya wê derê ve. Bi vî awayî, hikûmet dikare bi rêya kurtenameyan (SMS) agahiyên hûrî derbarê asta bikaranîna elektrîkê, birê faturayê û her nûkirineke nû de bide aboneyan.

Rayedarên projeyê tekez dikin, dema kesek xaniyekî nû dikre yan jî dibe kirêdar, divê di zûtirîn dem de saeta elektrîkê ya wê derê li ser navê xwe qeyd bike.

Meriv çawa dikare xwe qeyd bike?

Ji bo xwendekar û welatiyan sê rêyên hêsan hene:

1- Serdana malpera fermî www.runaki.gov.krd bikin.

2- Skankirina koda QR ya ku li ser beşa çepê ya pasûla (fatura) elektrîkê heye.

3- Serdana nêzîktirîn navenda firotina enerjiyê.

Têbînî: Tîma projeyê pêşniyar dike ku welatî rêya "Online" bikar bînin ku tenê 2 heta 3 xulekan dikşîne.

Aplikasyona "Runakî" û taybetmendiyên wê

Tê payîn ku di havîna îsal de aplikasyona taybet a projeyê ji bo telefonên hîşmend (smartphone) were peydakirin. Bi saya vê aplikasyonê, abone dikarin:

- Birê elektrîka ku bikar anîne bibînin.

- Hûrgulî û dîroka faturayên xwe bişopînin.

- Pereyê faturayan û deynên xwe bi awayekî serhêl bidin.

Agahdarkirina bi SMSê

Yek ji xizmetguzariyên herî girîng ên vê projeyê, şandina SMSan e. Welatî dê berî çaksaziya torên elektrîkê yan qutbûna demkî ya ceryanê bi SMSê werin agahdarkirin. Ev yek rê dide welatiyan ku plana karê xwe yê rojane li gorî wê amade bikin.

Ji bo hûrgiliyên zêdetir, welatî dikarin telefonî jimara 1992 (Navenda Xizmetguzariya Runakî) bikin.