Doza kongreya CHPê ji bo 1ê Tîrmehê hat paşxistin
Enqere (K24) – Doza derbarê îdiayên bêserûberiyên di Kongreya Asayî ya 38emîn a Partiya Gel a Komarî (CHP) de, li Dadgeha Cezayê a Asliyê ya 26emîn a Enqerê hate birêve çû.
Di doza ku li Enqerê birêve çû de, 12 bersûc ku di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem İmamoglu, Şaredarê Beşiktaşê Riza Akpolat û Serokê Bajarê Stenbolê yê CHP’ê Ozgur Çelik jî hene, bi tohmeta “Binpêkirina Qanûna Hilbijartinê” têne darizandin.
Dadgehê biryar da ku Adem Soytekin wekî şahid were guhdarîkirin û doz heta 1ê Tîrmehê bipaş xist.
Dîroka Dozê
Lêpirsîn xwe dispêre pêvajoya Kongreya Asayî ya 38’emîn a CHP’ê ku di 4-5’ê Mijdara 2023’yan de pêk hatibû û Kongreya wê ya Awarte ya 21emîn ku di 6’ê Nîsana 2025’an de hatibû kirin. Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hatayê Lutfu Savaş û hin delegeyan, bi îdîaya ku di Kongreya Asayî ya 38’emîn de bêserûberiyên giran hene, li dadgehên cuda doz vekiribûn.
Di serlêdanan de hatibû îdîakirin ku dengên hin delegeyan bi bertîlê hatine kirîn. Ev dozên ku hatibûn vekirin, paşê li 42’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê hatin yekkirin.