Tehran pêşniyareke Waşintonê ji bo bidawîanîna şer nîqaş dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ew mijûlî nirxandina pêşniyareke Amerîkayê ne, ji bo rawestandina wî şerê ku ev zêdetir ji du mehan e berdewam e, û biryar e bersiva xwe bi rêya Pakistanê bigihînin Amerîkayê.
Ajansa ISNAyê ya nûçeyan îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) ji zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê belav kir ku pêşniyareke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî fermî gihîştiye Tehranê, bi armanca bidawîanîna wê aloziya leşkerî ya ku zêdetir ji du mehan e li deverê peyda bûye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amaje bi wê yekê jî da ku welatê wî niha mijûlî lêkolîn û nirxandina wê pêşniyarê ye. Tekez jî kir ku Îran dê bersiva xwe ya dawiyê bide dewleta Pakistanê, ku di vê qeyranê de wekî navbeynkar û parêzera berjewendiyên her du aliyan kar dike.
Malpera "Axios"ê jî her îro eşkere kiriye ku Koçka Spî û Tehran li ber lêva gihîştina bi hevfêmkirineke dîrokî ne û yadaştnameyeke 14 xalî wekî nexşerêya nû ya dîplomatîk hatiye amadekirin.
Li gorî vê hevfêmkirinê, Amerîka dê bi azadkirina sermayeyên Îranê yên astengkirî û rakirina dorpêça li ser benderan di dema mehekê de pabend bibe. Li beranberî wê yekê jî, Tehran razî bûye ku uranyuma xwe ya pîtandî bişîne derveyî welatê xwe û garantî bide ku nagihîje çekê atomî.
Vê pêşhatiya siyasî bandoreke bilez li ser bazarên cîhanî kiriye û nirxê petrolê bi rêjeya 7% daxistiye, di demekê de ku Waşintonê 48 saet ji bo bersiva dawiyê ya Tehranê diyar kirine û hişyariya wê daye ku şikestina vê bizavê dê bibe sedema destpêkirina êrişên leşkerî.
Biryar e ku gera bê ya danûstandinan ji bo yekalîkirina yekdengiya dawiyê li Îslamabadê an Cinêvê bê lidarxistin.