Îsraîlê di 24 saetên borî de 25 cihên Hizbulahê bombebaran kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di dema 24 saetên borî de hejmareke êrişên asmanî yên dijwar kiriye ser bingehên Hizbulahê li başûrê Libnanê, ku di encamê de embarên çekan hatine jinavbirin û hejmareke çekdaran jî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) eşkere kir ku hêzên wan ên asmanî bi hevahengiya Lîwaya 226ê di 24 saetên borî de nêzîkî 25 armancên cuda cuda yên girêdayî rêxistina Hizbulahê li nava axa Libnanê hingaftine.

Li gorî wê daxuyaniyê, wan êrişan çend avahiyên leşkerî kirine armanc ku ji aliyê Hizbulahê ve ji bo meremên şer dihatin bikaranîn. Artêşa Îsraîlê tekez jî kir: "Ev cih di demekê de hatin bombebarankirin ku çekdarên Hizbulahê di nav de amade bûn û mijûlî plankirin û bicihanîna êrişan bûn", ev jî bûye sedema kuştina hejmarek ji wan çekdaran. Herwesa gelek embarên çekan û jêrxaneya leşkerî ya wê komê hatine wêrankirin.

Artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê jî daye ku di şevê de sîstema wan berevaniya asmanî rûbirûyî armanceke asmanî ya gumanbar bûye û ew têk biriye. Herwesa rê li mûşekek jî hatiye girtin.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de jî hatiye ku Hizbulahê di çend saetên borî de bi gelek mûşek, dronên bombekirî û gulehawinan êrişî cihê serbazên Îsraîlê kiriye. Artêşa Îsraîlê piştrast jî kir ku wan êrişan ti zirarên canî di nava refên wan de çê nekirine.