PDK: Em dê herdem li çeperê pêşiyê yê berevanîkirina ji mafên gelê Kurdistanê bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê biryar da ku vegere Bexdayê û dest bi kar û çalakiyên parlamentoyê bike. Wê sedema vê biryarê ji bo çêbûna hevfêmkirineke erênî ligel hêzên siyasî yên Bexdayê û gihîştina bi lihevkirinê vegerand.

Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de biryara vegera ji bo ser kar û çalakiyên xwe yên parlamentoyê li Bexdayê ragihand û tekez kir ku vê pêngavê ji berpirsyariya qanûnî û nîştimanî çavkanî wergirtiye.

Li gorî daxuyaniya Fraksiyona PDKê, biryara vegera wan a ji bo parlamentoyê piştî çêbûna "hevfêmkirina erênî" di navbera hêzên siyasî de bûye, bi taybetî piştî serdana Serokwezîrê raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta nû û şanda bilind a Çarçoveya Hemahengiyê ji bo Herêma Kurdistanê û kirina danûstandinên dûr û dirêj ligel serkirdetiya siyasî ya PDKê.

Herwesa amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku serdana şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo Bexdayê bi armanca gihîştina bi çareseriyeke bingehîn paldereke din a vê biryarê bûye.

Fraksiyona navbirî di pareke din a wê daxuyaniyê de armanca sereke ya vegera xwe zelal kiriye û gotiye: "Sedema vê vegera me ew e ku em li nava hola parlamentoyê ji nêz ve çavdêriya bicihanîna wan lihevkirin û hevfêmkirinan bikin ên ku girêdayî dabînkirina mafên destûrî, qanûnî û darayî ne."

Fraksiyona PDKê tekez kiriye ku amadebûn û helwestên wan ên siyasî di pêvajoya danana qanûnan û çavdêriyê de her dem alavek bûye ji bo berevanîkirina ji mafên destûrî yên hemî welatiyên Iraqê û mafên rewa yên gelê Kurdistanê, bi merema çespandina bingehên hevkariya rastîn di birêvebirina dewletê de.

Fraksiyona PDKê ron jî kiriye ku wekî herdem ew dê "li çeperê pêşiyê yê berevanîkirinê" bimîne.