CENTCOM: Me petrolhilgireke Îranê li Kendava Omanê ji kar xist
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan rêkarên dorpêçên deryayî li dijî Îranê bi cih anîne û kariye petrolhilgireke wî welatî li Kendava Omanê ji kar bixin, piştî ku hişyariyên wan paşguh kiribûn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) saet 9:00 ê sibehê (bi dema rojhilatê Amerîkayê), hêzên wan li Kendava Omanê rê li ber petrolhilgireke bi navê M/T Hasna girtiye ku alaya Îranê li ser wê bû.
Li gorî wê daxuyaniyê, hêzên CENTCOMê çavdêriya petrolhilgira "Hasna"yê kiriye ku ji nav avên navneteweyî ber bi bendereke Îranê ve bi rê ketibû. Hêzên Amerîkayê gelek hişyariyên tund arasteyî wê keştiyê kirine û haydar kiriye ku derbazbûna wê binpêkirina dorpêçên deryayî yên Amerîkayê ye.
Piştî ku karmendên petrolhilgira Îranê guh neda wan hişyariyan, balafireke şer a ji celebê F/A-18 Super Hornet, ku ji ser keştiya firokehelgir "USS Abraham Lincoln"ê rabûbû, rê li wê girt.
Wê balafira şer bi topa 20 milîmetreyî hejmareke guleyan arasteyî wê petrolhilgirê kir û ew ji kar xist, bi vî awayî jî ew keştî ji liv û tevgerê ket û êdî nikare ber bi Îranê ve berdewam biçe.
CENTCOMê tekez kir ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser wan keştiyên ku bizavê dikin ku ber bi benderên Îranê ve biçin an jê derkevin bi temamî berdewam e. Herwesa amaje bi wê yekê jî da ku hêzên wan dê li ser karê hûr û profesyonal berdewam bin, ji bo misogerkirina bivihanîna biryara dorpêçê.