Netanyahu fermana lêdana Fermandarê Hêza Ridwanê li Beyrûdê derxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Israel Katz razîbûna xwe li ser kiryareke leşkerî ya artêşa Îsraîlê ji bo armanckirina Fermandarê Hêza Ridwanê ya girêdayî Hizbulahê li Beyrûdê bi merema behêlana wî nîşan da.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) ragihand: "Em çekdarên Ridwanê li hember gulebarankirina komelgehên xwecihbûnê yên Îsraîlê û êrişkirina li ser leşkerên artêşê wekî berpirsiyar dizanin." Amaje bi wê yekê jî kir ku ti çekdarek xwedî parêzbendiyê nîne û destê Îsraîlê yê dirêj digihîje hemî dijmin û kujeran.
Netanyahu eşkere jî kir ku ew bi awayekî berdewam û hema bibêje her roj ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiyê de ne û got: "Hevahengiya me ya temam di navbera me de heye û ti surprîz li holê nîne, herwesa me armancên hevpar hene, ku ya herî girîng ji wan nehêlana hemî madeyên pîtandî yên Îranê û hilweşandina şiyanên pîtandina wî welatî ye."
Serokwezîrê Îsraîlê tekez jî kir ku artêş û dezgehên ewlehiyê ji bo her senaryoyeke îhtîmalî amade kiriye û got: "Îsraîl niha ji her demê xurtir e û di eynî demê de Îran û wekîlên wê ji her demekê lawaztir in."
Netanyahu û Katz tekez kir ku ev êriş di çarçoveya wê sozê de ne ku dabûn welatiyên bakurê Îsraîlê ji bo vegerandina ewlehiyê ji bo deverên wan û ragihandin: "Me soz dabû ku em ewlehiyê vegerînin, em bi vî awayî kar dikin û em dê berdewam jî bin."
Ev pêşhatên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê di demekê de ne ku berî niha Serokê Amerîkayê Donald Trump di 16ê Nîsanê de ragihandibû ku lihevkirin ji bo agirbestê di navbera Libnan û Îsraîlê de ji bo dema 10 rojan hatiye kirin û piştre di 25ê Nîsanê de agirbest ji bo sê hefteyên din hat dirêjkirin, lê tevî wê jî şer û pevçûn li başûrê Libnanê berdewam in.
Li gorî amara dawiyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, tenê di 24 saetên borî de 42 kes bi sedema êrişên Îsraîlê hatine kuştin. Bi vî awayî jî, hejmara giştî ya qurbaniyan ji 2ê Adara borî heta niha gihîştiye 2 hezar 576 kuştî û 7 hezar 962 birîndaran.