Mesrûr Barzanî û Jan Jambon tekezî li ser parastina aştî û aramiya navçeyê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîkayê Jan Jambon, pêşxistina peywendiyên dualî û guhertinên dawî yên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulanê di peywendiyeke telefonî de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîkayê Jan Jambon,, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Belcîkayê û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya li Iraq û herêmê gotûbêj kirin.

Serokê Hikûmetê spasiya piştevaniya Belcîka û welatên Ewropayê kir, bi taybetî di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna gef û metrsiyên terorîstên DAIŞê.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîkayê, piştevaniya welatê xwe ya ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiya navçeyê hevrabûn.