Şandeya Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî dike

Enqere (K24) – Şandeya Dayîkên Aşitiyê ji ber Roja Dayîkan bi armanca "gihandina daxwazên aştî û biratiyê" serdana navendên giştî yên partiyên siyasî ziyaret dike.

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand, dê şandeyeke Dayikên Aşitiyê dest bi hin gerên partiyên siyasî bike.

Li gorî daxuyaniya DEM Partî, li gel şandeya Dayikên Aşitiyê ku dê serdana partiyên siyasî bike de, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partî ya Diyarbekirê Adalet Kaya dê li gel Dayikên Aşitiyê bin.

Şande dê pêşî ligel MHP bicive

Bernameya Şandeya Dayîkên Aşitiyê îro (07.04.2026) saet 12:30an bi serdana MHPyê dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina DEM Partî, şande dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Alîkarên Serokê Koma MHPê Filiz Kiliç û Erkan Akçay re bicive.

Şande piştre saet 16.00an jî dê derbasî Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê bibe

Serdana dawîn ya îro jî dê saet 17:00an ji bo Partiya Seadetê pêk were.

Serdana bo CHPê û Partya Paşerojê 8ê Gulanê ye.

Şandeya Dayikên Aşitiyê dê di roja duyem a bernameya xwe de,sibe înê saet 12:00an li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) be û dê bi rayêdarên partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê re bicive. Piştî vê serdanê jî dê derbasî Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê bibe.

Herwiha hat ragihandin ku dê şande bi rêya serdan û bi boneya Roja Dayîkan "daxwazên aştî û biratiyê" bigihînin partiyên siyasî.