Amerîka çekekî nû pêş dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Wall Street Journal"ê belav kiriye ku artêşa Amerîkayê plana pêşxistina mûşekeke nû ya têkber heye, ku xerciya wê bi dehan caran ji mûşekên "Patriot" kêmtir e, ev yek jî bi armanca kêmkirina wan xerciyên zêde ye yên ku di şerên mûşekî de tên kirin.

Li gorî raporta rojnameya “Wall Street Journal”ê, artêşa Amerîkayê ji bo çêkirina mûşekekê kar dike, ku xerciya wê ji 250 hezar dolaran kêmtir be. Ev hejmar tenê pareke pir kêm a xerciya mûşekên “Patriot” ye, ku nirxê her yek ji wan digihîje çend milyon dolaran û di heyama borî de di nav hevrikiyan de bi awayekî berfireh hatine bikaranîn.

Wezîrê Artêşa Amerîkayê Daniel Driscoll jî amaje bi wê yekê kiriye ku niyeta Waşintonê heye ku ji bo pêşxistina pêkhateyên cuda cuda yên vê mûşekê feydeyî ji navendên akademîk û zanistî werbigire.

Biryar e ku artêşa Amerîkayê di hefteyên bê de bi awayekî fermî wê projeyê rabigihîne û di heyama salekê de jî ceribandina destpêkê ji bo teknolojiya wê mûşekê bike.

Ev biryara Amerîkayê piştî wê yekê tê ku xerciyên wê yên leşkerî di warê berevaniya asmanî de zêde bûne. Wekî ku rojnameya “Wall Street Journal”ê amaje pê kiriye, ji piştî dema destpêkirina şerê Îranê di dawiya meha Sibatê de, artêşa Amerîkayê di navbera 1500 heta 2000 mûşekan ji cûnên Patriot, THAAD û Standard bi kar anîne, ku vê yekê jî bargiraniyeke darayî ya mezin çê kiriye û wesa kiriye ku Waşinton li ser pêguherkeke erzantir bifikire.