Îran: Em dê di demeke nêzîk de şahiya serkeftinê bikin

Mihemed Reza Arif
Mihemed Reza Arif

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Yekê yê Serokkomarê Îranê Mihemed Reza Arif ragihand: "Em dê di demeke nêzîk de şahiya serkeftinê bikin û hemî dorpêç û zextên ku di çend salên borî de bi ser gelê Îranê de hatibûn sepandin dê bi serkeftina gelê Îranê bi dawî bibin û bên rakirin."

Ajansa "Mihr"ê ya nûçeyan a Îranî îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) belav kir ku, Cîgirê Yekê yê Serokkomarê Îranê Mihemed Reza Arif di civîna xwe ya ligel wezaret, komele, dezgeh û kompaniyên berhemînerên petrol û deryavaniya Îranê de behsa destpêkirina karî ya hemî navendan kiriye, ku her çi zûtir ji bo çarekirin û nûjenkirina kargeh û cihên pîşesaziyê yên ku di şer de zirar dîtine dest bi kar bikin.

Cîgirê Serokkomarê Îranê li ser zeviyên petrolê û parzinîngehên zirardîtî amaje bi wê yekê da ku, ti îhtîmalek ji bo şerekî din nîne, lewma nûjenkirina yekîneyên zirardîtî yên sektora petrolê pêdivîtî bi nîgeraniyê nîne.

Cîgirê Wezîrê Petrolê û Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya Nîştimanî ya Pîşesaziya Petrokîmyayî ya Îranê Hesen Ebaszade jî di vî warî de ragihand ku, pêngavên pêvajoya nûjenkirina yekîneyên zirardîtî yên sektora petrolê baş û bi lez bi rê ve diçin.

Mihemed Reza Arif di pareke din a axaftina xwe de jî geşbîniya xwe diyar kiriye ku ew dê di demeke nêzîk de cejna serkeftinê pîroz bikin û hemî ceza û dorpêçên ku di çend salên borî de li ser Îranê hatine sepandin dê bên rakirin û dê bidawî bibin.

Navbirî behsa wê yekê jî kiriye ku her çend e Tengava Hurmizê milkê Îranê ye, lê bi dirêjahiya salan wan feyde ji wê wernegirtiye, lê niha jî Îran bi li berçavwergirtina mafên navneteweyî li ser kontrolkirin û birêvebirina wê tengavê cidî ye.

Cîgirê Serokkomar herwesa got: "Birêvebirina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve ewlehiya aborî ya hemî welatên deverê garantî dike ji ber ku Îran ne li pey pawanxwaziyê ye, belkî armanca wê ew e ku hemî welatên deverê piştî şer bi alîkarî û hevahengiya Îranê deverê bikin cemsereke bihêz a aborî. Ji bo vê yekê jî, Îran amade ye ku bi temamî hevkariya welatên cîran bike."