Li Tehran û Bendera Ebasê dengê teqînên bihêz hatin bihîstîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran ragihand ku sîstema berevaniya asmanî ji bo rûbirûbûna çend "tiştên nenas" li asmanê Tehranê ketiye tevgerê. Hevdem li Bendera Ebasê jî dengê çend teqînan hatiye bihîstîn û berpirsekî artêşa Amerîkayê jî dibêje: "Tiştê ku heye nayê wateya destpêkirina şer."
Kanala “Fox News”ê ya Amerîkayî duhî (Pêncşem , 7ê Gulana 2026ê) belav kiriye ku artêşa Amerîkayê çend êriş birine ser Bendera Qîşimê û Bendera Ebasê li Îranê, lê çavkaniyekê ji artêşa Amerîkayê ragihandiye ku ev nayê wateya destpêkirina şer.
Herwiha Artêşa Pasdaran belav kiriye ku ligel wê yekê ku sîstema berevaniya asmanî ya Tehranê bersiva çend "tiştên nenas" daye, li Bendera Ebasê jî ji bo cara duyê di îşev de dengê çend teqînan hatiye bihîstîn.
Ji aliyekî din ve jî ajansa nûçeyan a Tesnîmê ji zarê çavkaniyeke haydar belav kiriye ku hêzên Îranê li nêzîkî Tengava Hurmizê bersiva sê keştiyên şer ên Amerîkayî dane û niha keştiyên Amerîkayî ber bi Deryaya Omanê ve vedikişin.
Li gorî gotina wê çavkaniyê, hêzên Îranê bi mûşek û dronan êrişî ser wan her her sê keştiyên Amerîkayî kiriye.
Tengava Hurmizê wekî xaleke herî hestiyar a şerê di navbera Amerîka û Îranê de dimîne. Tevî ku di astên dîplomatîk de behsa "yadaşteke demkî" ji bo agirbestê tê kirin, lê rûbirûbûna rasterast a li deryayê û çalakkirina sîstemên berevaniya asmanî li Tehranê nîşan didin ku rewşa meydanî hîn jî bitirs û biguman e.