Xatemul Enbiya: Bo her destdirêjiyekê dê bersiva me ya tund hebe

Îbrahîm Zulfeqarî
Îbrahîm Zulfeqarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermandariya Qerargeha “Xatemul Enbiya”yê di daxuyaniyekê de belav kir ku keştiyên şer ên Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê êrişî du keştiyên petrolhelgir ên Îranê kiriye, lê bi tundî bersiva wan hatiye dayîn. Hevdem hinek welatên deverê jî tohmetbar kirin ku destê wan di êrişên li ser kinarên Îranê de heye.

Berdevkê Fermandariya Qerargeha “Xatemul Enbiya”yê Îbrahîm Zulfeqarî şevêdî (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) ragihand ku artêşa Amerîkayê agirbest binpê kiriye û di sînorên avî yên Îranê de êrişî keştiyeke petrolhelgir a Îranê kiriye, ku di navbera devera Caskê û Tengava Hurmizê de di tevgerê de bûye.

Îbrahîm Zulfeqarî got: “Herwesa keştiyeke din jî li nêzîkî Tengava Hurmizê li beramberî Bendera Fuceyreyê ya Îmaratê rastî êrişê hatiye. Di eynî demê de, Amerîkayê bi hevkariya hinek welatên deverê êrişên asmanî birine ser deverên sivîl li kinarên Bendera Xemîr, Sîrîk û Girava Qîşimê.”

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li rojhilatê Tengava Hurmizê û başûrê Bendera Çabeharê yekser rûbirûyî keştiyên şer ên Amerîkayê bûne, lê ti zanyarî li ser zirarên wan nehatine zanîn.

Berdevkê Qerargeha “Xatemul Enbiya”yê eşkere jî kir: "Divê Amerîka û welatên alîgirên wê baş bizanibin ku Komara Îslamî ya Îranê wekî berê bihêz e û bêyî ti dudiliyekê dê bersiveke tund bide her destdirêjiyekê."