Kaptanê Amedsporê: Piştî ku navê tîmê bû Amedspor, bû tîma hemû kurdan

Diyarbekir (K24) – Piştî serkeftina dîrokî ya Amedsporê çîroka navê Amedsporê jî, bêhtir hat mereqkirin. Damezrênerên Amedsporê û yarîzanên Amedsporê yên dema guherîna navê wê dibêjin, Amedspor piştî pêvajoyek dijwar û zehmet kariya were van rojan ku niha di nava kurdên seranserê cîhanê de deng vedaye ku destpêkê de tenê 15 an jî 20 kes dihatin temaşekirina yariyên wê.

Di sala 1972yan de li Diyarbekirê tîmek a futbolê bi navê Melîkahmed Turanspor hat damezirandin ku paşê ew tîm bû tîma şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê, di sala 2009an de jî tîmek bi navê Amedsporê hat damezirandin ku di sala 2014an de Amedsporê xwe hilweşand û navê wê jî li tîma şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hat kirin û navê wê bu Amed sportîf faaliyetler ku damezirênerên Amedsporê dibêjin xeyalek wan bû ku tîmek a futbolê ya kurdan hebe û nasnameya wê ya neteweyî diyar be ku di qada navneteweyî de tîmên navdar ên wisa hebûn û ev yek bo wan bû mînak. Niha jî bi derketina Amedsporê ya superlîgê xeyalek a damezirêneran jî pêk hat.

Damezırênerê Amedsporê Cengîz Dundar ji K24ê re got: “Daxwazek a gel hebû, dixwastin ku tîma şaredarî û Amedspor bibin yek û navê wê jî Amedspor be, me jî dixwast ku nasnameya tîmê hebe û ew nasname jî neteweyî be û ji ber wê me amedspor damezirand.  Me dixwest tîmek a me wek Barselona û Atletîk Bîlbao hebe û bi taybetî jî me dixwest wek Bîlbao be.

Yarîzanên Amedsporê yên serdema 2014an didin zanîn ku piştî navê tîmê bû Amedspor, ji nişka ve alîgirên tîmê zêde bûn ku berê 15-20 kesan li yariyên wan temaşe dikirin ku paşê bi 10 hezaran temaşevan hatin temaşekirina yariyên Amedsporê  û di heman demê de jî êrîşên nijadperest ên dijî Amedsporê zêde bun.

Kaptanê Amedsporê yê dema 2014ê Erhan Eren dibêje: “Heta navê wê Diyarbekir bû, tîma Diyarbekirê tenê bû, lê dema navê wê bû Amedspor, bû tîma hemû kurdan. Em dinihêrin li Şirnexê li Cizîrê li Mûş, Mêrdîn û Hekkarî, li Îspanya, Almanya Ewropa, kurd hîn jî pîrozbahiyan lidar dixin.  Piştî navê tîmê guherî êrîşên nijadperest jî zêde bûn, wek mînak dema diçûn Stenbolê destpêka yariyê heta dawiyê diruşmeyên wek bila terorîst ji vir derbikevin.”

Amedsporê di vê yarîgehê de yariyên dîrokî leyîst û serkeftinên dîrokî bi dest xist ku serdema 2026-2027an de jî dê yariyên xwe li vê derê bileyîze, kapasîteya wê 33 hezar e û dibe ku ev kapasite têra alîgirên amedsporê neke.