Erdogan: Divê gel destûrê binivîse
Navenda Nûçeyan (K24) Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di salvegera 158ê ya damezrandina Dadgeha Bilind a Îdarî (Daniştay) û merasîmên roja Dadgeha Bilind a Îdarî û Dadwerî de ragihand; dema ku dewlet bi hemî organ û dezgehên xwe pabendî qanûn û mafnasiyê be, wê demê mirov dikare behsa dadperweriyê bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ragihand: "Tu desttêwerdaneke neqanûnî di bikaranîna desthilata dadweriyê de nayê qebûlkirin û hinceta wê nîne."
Recep Tayyip Erdogan herwiha got: "Destûreke nû, berfireh, azadîxwaz û medenî li pêşiya me ye, daku em demokrasî û dewleta xwe ji xwarê ber bi jor ve ava bikin."
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da: "Ez di wê baweriyê de me ku em dikarin bi destûreke bi vî rengî bigihîjin lojîkeke qanûnî ya bilind, ku di eynî demê de qanûn, demokrasî, dewlet û gel biparêze; tevî ku heta niha çar caran guhertinên giştî di destûra welat de hatine kirin."
Destûra niha ya Tirkiyeyê ya sala 1982ê ye, ku piştî derbeya serbazî ya sala 1980ê hatibû amadekirin. Tevî ku di serdema AK Partiyê de gelek guhertin tê de hatin kirin (bi taybetî derbazbûna ji bo sîstema serokatiyê di sala 2017ê de), lê Erdogan di sala 2026ê de tekezê li ser "Destûreke bi temamî nû û sivîl" dike.